Li gorî rapora Tora Belgeyan a Mafên Mirovan a Belûçistanê, îro pêncşem 27’ê Xakelêwa 1405’an, sê kes ji hêzên leşkerî bi êrîşa çekdarî a kesên nenaskirî li Serawanê hatin kuştin.
Nasnameya sê hêzên leşkerî yên ku bi gulebarana kesên çekdar li Serawanê hatibûn kuştin, hat eşkere kirin.
Medyayên dewletê nasnameya van sê hêzên leşkerî wek "Mihemmedriza Şaqûzaî", "Ehmed Şêxî" û "Mehdî Nesîrî Sede" ragihandine.
Kesên çekdar li bajarê Serawanê gule li maşîna geşta "Yekeya Hawarçûnê" reşandin û di encamê de 3 kes ji hêzên rêjîmê hatin kuştin.
Navenda Ragihandinê ya Polîsê Sîstan û Belûçistanê ragihand ku hewildan ji bo girtina kiryarên vê êrîşê berdewam dikin.