Washington Post aşkera kir, Pentagon di amadehiya bidawîbûna agirbesta du hefteyî de, bi hezaran hêzên leşkerî yên nû, hêzên keştiya firokehilgir a "USS Corc H.W. Bûş" û yekîneyên tîpên deryayî dişîne Rojhilata Navîn; pêngavek ku hejmara hêzên Amerîkayî li herêmê digihîne zêdetirî 50 hezar kesan.
Hevdem, Donald Trump di gotûbêjekê de ligel Fox News got ku heger rêrewa siyaseta Amerîkayê nehatiba guhertin, Îran niha xwediyê çeka navokî bû.
Raporta Washington Postê zêde kir: Pentagon bi hezaran hêzên leşkerî dişîne Rojhilata Navîn. Ev hêz nêzîkî 6000 deryavan û serbazên li ser keştiya firokehilgir a USS Corc H.W. Bûş û çendîn keştiyên şer ên pê re ne.
Her wiha nêzîkî 4200 Tifengdarên deryayî (Marênz) ji koma Yekîneya 11ê ya Tîpên Deryayî heta dawiya mehê digihîjin herêmê.
Ev şandina hêzên zêdetir hevdem ligel nêzîkbûna bidawîbûna agirbesta du hefteyî tê kirin ku hejmara giştî ya hêzên Amerîkayî li herêmê digihîne zêdetirî 50 hezar kesan.
Trump derbarê dema bidawîbûna şer de zêde kir: "Me hîn karê xwe temam nekiriye û divê em bibînin ka çi diqewime. Herçiqas ez dibînim ku Îranî bi micidî daxwaza lihevkirinê dikin."