Demjimêr 9:15ê şeva pêncşemê, 27ê Xakelêweyê, careke din bi du dironan nêzîkî Kampa Azadiyê, cihê niştecihbûna malbatên Hizba Demokrat li nêzîkî bajarê Koyeyê hat armancgirtin.
Her di berdewamiya êrişên dironî yên Komara Îslamî de bo ser kampên hizbên Rojhilatê Kurdistanê, danê nîvroya îro Kampa Zirgwêz, cihê niştecihbûna malbatên Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê li sînorê Silêmaniyê jî hatibû armancgirtin. Herwiha roja çarşemê 26ê Xakelêweyê jî, Kampa Dêgeleyê ya Hizba Demokrat û binkeyeke Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bo çendîn car bi dironan hatibûn armancgirtin.
Komara Îslamî ya Îranê ji destpêka şerê bi Amerîka û Îsraîlê re heta niha, bi zêdetirî 112 mûşek û dironan kampa malbatên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û bingehên tenduristî û perwerdehiyê yên vê hizbê kiriye armanc.