Piştî nîvroya roja pêncşemê 27ê Xakelêweyê, birêz Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, li avahiya Parlamena Bêljîkê ji aliyê birêz Paul Magnette, Serokê Partiya Sosyalîst a Bêljîkê ve hat pêşwazîkirin.
Di vê hevdîtinê de, di destpêkê de birêz Hicrî behsa dawîn pêşhatên navçeya Rojhilata Navîn û bi taybetî Îranê kir.
Birêz Hicrî got: ''Îran her çend di warên cuda yên siyasî û leşkerî de di lûtkeya lawaziyê de ye, lê di serkutkirin û îdamkirina xelkê Îran û Kurdistanê de, her wiha di êrîşên asmanî de bo ser binke û cihên me yên sivîl li Herêma Kurdistanê de çalak e. Di vê rewşê de çaverêya me ji welatên Ewropî û bi taybetî ji partiyên wan ên pêşkeftinxwaz ev e ku piştgiriya partiyên Kurdistanê bikin.''
Kaka Mistefa di berdewamiyê de got: ''Em bawer in ku Îran heger bi lawazî jî bimîne, dê berdewam be li ser terorîzmê li derveyî welat; ji ber ku bingeha desthilatdariya wê li ser îdeolojiya tundrew û afirandina krîzan hatiye avakirin. Encama kiryar û siyaseta wê jî bûye sedema wê yekê ku serwet û samana Îranê ji bo hinartina teror û hêzên niyabetî (proky) bê xerckirin. Bêguman heta niha jî rejîma Îranê gefeke bihêz e li ser ewlehiya welatên cîran û navçeyê.''
Hicrî: ''Em di van salên temenê rejîma Îranê de şahidê wê bûn ku Amerîka û Ewropa bi cidî rûbirûyî wê nebûne, lê niha xuya dike ku bi vê siyaseta xwe de çûne (siyaseta xwe guhertine).''
Her wiha Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat ragihand: ''Rêya çareseriya aramiyê ji bo Îran û navçeyê ew e ku Ewropa ji bo rûxandina vê rejîmê, ku daxwaza piraniya xelkê ye, piştgir be.''
Birêz Hicrî li ser girîngiya hevpeymanî û hevdengiyê, amaje bi Kongreya Neteweyên Îrana Federal û Hevpeymaniya Hizbên Kurdistana Îranê kir û got: ''Pêwîst e ev yekgirtin bi opozîsyona din a Îranî re jî hebe û girîng e Ewropa hevkarî bike ji bo birêxistina vê derfetê; wek nimûne rûniştina duh a parlamenê ku hewleke cidî û rast bû di vê çarçoveyê de.''
Birêz Paul Magnette, Serokê Partiya Sosyalîst a Bêljîkê, bixêrhatina vê serdana Mistefa Hicrî kir û amaje bi hewlên partiya xwe da daku bikaribin di çêkirina hevdengiyê de ji bo opozîsyona Îranê hevkariya pêwîst bikin. Her wiha nîgeraniya xwe li ser binpêkirina mafên mirovan û berdewamiya îdamkirina girtiyên siyasî anî ziman û hêvî xwest ku ev dîtin û rûniştin ji bo birêxistina zêdetir a hevkariyan berdewam bin.