Roja pêncwşemê, berwarê 27ê Xakelêweya 1405ê Rojî, endamên beşa peywendiyên derve yên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li welatê Norwêjê, ku ji Emîr Babaxanî û Dilêr Xurşîdî pêk dihatin, li ser vexwendina Wezareta Karên Derve ya Norwêjê di nav Parlemana Norwêjê de ligel nûnerên çend partiyên hevpeyman, Rêxistina Hengaw û Senterê Rojhilatê Kurdistanê civiyan.
Şandeya Hizbê çendîn daxwaz pêşkêşî nûnerê Wezareta Karên Derve ya Norwêjê kirin û amaje bi wê yekê kirin ku rejîma Komara Îslamî, tevî agirbesta ligel Amerîkayê, berdewamî daye bordumankirina kampên Hizba Demokrat û partiyên din ên Rojhilatê Kurdistanê; ev yek jî bûye sedema ziyanên malî û canî.
Herwisa di wê civînê de hat destnîşankirin ku piştî ragihandina agirbesta demkî ya şerê di navbera Îran, Amerîka û Îsraîlê de, proseya girtina xelkê li Îranê bi giştî û li Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî zêde bûye û metirsiya bidarvekirina wan girtiyan zêde ye.
Şandeya Hizbê daxwaz ji hikûmet û Wezareta Karên Derve ya Norwêjê kir ku wan daxwazan bi fermî bigihînin saziyên navdewletî û di serî de jî Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (UN), û derbarê wan daxwazan de rêkarên hewce bigirin ber xwe.