Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Trump: Di du-sê heftiyên bê de em ê derbeyên mezin li Îranê bixin

13:31 - 2 Nîsan 2026

​Donald Trump, Serokkomarê Amerîkayê, serê sibeha Pêncşemê 13ê Xakelêweyê, di gotarekê de ji bo xelkê Amerîkayê, amaje bi berdewamiya operasyonên serbazî yên welatê xwe dijî rêjîma Îranê kir û hişyarî da ku di egera bi dest neketina rêkeftinekê de, jêrxanên hestiyar di nav de wêstgehên berqê yên Îranê, dê bibin armanca lêdanên pir tund.

​Trump di vê gotarê de amaje bi destpêkirina operasyona "Tirsa Hemasî" ya ji beriya nêzîkî mehekê ve kir û got ku hêzên Amerîkayê di wê demê de "serkeftinên bilez, yekalker û berfireh" bi dest xistine.

​Trump her wiha zêde kir ku şiyana serbazî ya Îranê bi tundî lawaz bûye û beşeke zêde ya binesaziyên serbazî, di nav de hêza deryayî û asmanî, ziyanên cidî dîtine.

​Serkomarê Amerîkayê hikûmeta Îranê wek "mezintirîn piştevanê terorê" bi nav kir û îdîa kir ku ev rejîm berpirsyar e di kuştina 45 hezar kes ji xwepêşanderên navxwe yên Îranê de.

​Trump got: Amerîka îznê nade rêjîma Îranê bigihe çekên etomî. Her wiha got ku di egera rênekeftinê de di heftiyên bê de, armancên sereke di nav de binesaziyên enerjiyê dê bibin armanc.

​Di beşeke din a qisên xwe de, bi amajedan bi siyasetên enerjiyê yên Amerîkayê, ragihand ku welatê wî êdî pêdivî bi nefta Rojhilata Navîn nîne, lê ji bo parastina hevpeymanên xwe, amadeyiya xwe ya serbazî di navçeyê de dihêle.

​Trump di dawiyê de bi tekezkiirina li ser berdewamiya operasyonên serbazî, ragihand ku Amerîka "di nêz de" dê bigihe armancên xwe yên diyarkirî û ev pêngav ji bo ewlehiya Amerîka û cîhana azad bi pêwîst zanîn.