Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Agirbesteke 10 Rojî di Navbera Îsraîl û Lubnanê de Hate Ragihandin

15:34 - 17 Nîsan 2026

Îsraîl û Lubnanê li ser agirbesteke 10 rojî li hev kirin ku tê de Îsraîl mafê "parastina rewa" û encamdana êrîşên leşkerî li dijî her metirsiyeke muhtemel ji bo xwe parastiye. Ev peyman, di dema serkeftina danûstandinan de dikare bê dirêjkirin.

​Binyamîn Netanyahû: Ev gav wekî fersendek ji bo gihîştina bi aştiyeke dîrokî wesif kir.

​Lubnan: Pabend bûye ku gavên pratîkî bişopîne ji bo rêgirtin li êrîşên Hizbullah û grûpên çekdar; her wiha dabînkirina ewlehiya navxweyî ya welat radestî hêzên xwe yên fermî kiriye.

​Amerîka: Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku destûr hatiye dayîn ku Îsraîl li dijî her geşedan û planên metirsîdar bertekê nîşan bide.

​Hizbullah: Tevî ku pêşwaziya agirbestê dike, lê tekez dike ku divê êrîş bi temamî bên rawestandin û tevgerên leşkerî yên Îsraîlê bên sînordarkirin.

​Berdewamiya vê rewşê bi asta cîbicîkirina sozên her du aliyan ve girêdayî ye.