Donald Trûmp, Serokkomarê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, ragihand ku di rewşekê de ku bi Îranê re negihîjin lihevkirinê, wê şer û êrîş careke din dest pê bikin.
Navborî di hevpeyvînekê de ligel nûçegihanên Koşka Spî got ku Îranê bi radestkirina oraniyoma xwe yên dewlemendkirî razîbûna xwe nîşan daye û alî ji bo bidawîanîna şeş hefteyên pevçûnan, ji lihevkirinê nêzîk bûne.
Trûmp zêde kir ku civîna bê ya ligel berpirsên Komara Îslamî ji bo gotûbêjkirina lihevkirina dawî, wê di vê hefteyê de birêve biçe û îhtîmala beşdariya wî bi xwe jî di van danûstandinan de heye.
Navborî amaje bi pêvajoya danûstandinan kir û ragihand ku wan qebûl kiriye tiştê ku ez jê re dibêjim "toza etomî" radestî me bikin. Herwisa tekez kir ku îhtîmala gihîştina bi lihevkirinê gelek e û got ku Îran ne tenê bi her tiştî, lê belê bi piraniya daxwazan razî bûye.
Trûmp di berdewamiya axaftinên xwe de careke din tekezî li ser dijberiya xwe ya ji bo bidestxistina çekên etomî ji aliyê Îranê ve kir û berpirsên Îranî di van guftûgoyan de wek aqilmend wesif kirin.