Êrişa dronî ya Komara Îslamî ya Îranê bo ser kampên sivîl ên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) li Herêma Kurdistanê, bû sedema şehîd û birîndarbûna çend kesan.
Komara Îslamî ya Îranê piştî nîvroya roja Înê, 28’ê Xakelêweyê, bi mûşek û dronan pêleke nû ya êrişan kire ser kampên sivîl ên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê. Di encamê de bav û kurek bûn qurbanî; di vê êrişê de Şahîn Azerberzîn şehîd bû û bavê wî bi nave Nadir Azerberzîn bi giranî birîndar bû.
Herwisa di êrişeke din de bo ser komek ji pêşmergeyên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, 2 pêşmergeyên keç bi navên Neda Mîrî û Semîra Ellahyarî şehîd bûn û çend pêşmergeyên din jî birîndar bûn