Em xelkê Kurdistanê û raya giştî ya navneteweyî agahdar dikin ku danê nîvroya roja 28ê Xakelêweyê, careke din rejîma mirovkuj a Komara Îslamî, ku ji ber şerên vê dawiyê di lûtkeya lawaziya xwe de ye, di encama tirs û xofa hertimî de ji hêz û rewayetiya xebata rizgarîxwazane ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, serweriya axa Herêma Kurdistanê di dema agirbesteke du hefteyî ya bi Îsraîl û Amerîkayê re binpê kir.
Rejîma Komara Îslamî ku di dema mehek û nîvên derbasbûyî de zêdetirî 107 caran bi mûşek û dironan êrîşî ser kampên Hizba Demokrat kiriye, di berdewamiya destdirêjiyên xwe de careke din êrîş kir ser kampa penaberên sivîl ên Rojhilatê Kurdistanê li "Cêjnîkan" a nêzîkî bajarê Hewlêrê, her wiha komek ji pêşmergeyên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê kir armanc. Mixabin di encama van êrîşan de du pêşmergeyên keç bi navên "Neda Mîrî" û "Semîra Ellahyarî" û Ciwanek bi navê "Şahîn Azarberzîn" (kurê malbateke pêşmerge) şehîd bûn û du pêşmergeyên din jî birîndar bûn.
Komara Îslamî wek adetê xwe yê hertimî, dixwaze tola şikesta xwe ya leşkerî, siyasî û ewlehî ya li hundur û derveyî welat, ji xelkê Kurdistanê û tevgera wê ya rewa bi êrîşkirna ser kamp û baregehên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bistîne bistîne. Bi tekezî ew rejîm bi peykerekî wêran û hilweşiyayî ve, zêdetir ji her demê di hember îradeya gelê Kurd li Kurdistana Îranê de tûşî şepirzebûn û serlêşêwayiyê bûye. Ew rêjîma ku tu carî pabendî bingehên mafên mirov û peymanên navneteweyî nebûye, çavnihêrî jê nayê kirin ku di dema cankişandina xwe de dest ji xelkê sivîl û wan kampan biparêze ku xelkê sivîl tê de dijîn.
Hizba Demokrat ligel ku bi şanazî ve di astê êrîşên bêrehmane yên rejîmê bo ser xelkê Kurdistanê de xebata pêşmergane kiriye û berevanî ji man û nasnameya neteweya xwe kiriye, lê belê her dem alîgirê çareseriya aştiyane û siyasî ya pirsa Kurd bûye û ji bo rexsandina derfeteke wiha jî nirxên mezin daye, lê belê wê rejîmê bersiva hemû hewlên wiha bi mûşekbaran, teror, sêdarê û serkutkirinê daye.
Em tevî şermezarkirina van êrîşan, radigihînin ku Komara Îslamî ya Îranê di dema derbasbûyî de berdewam rêkeftinnama ewlehî ya xwe ligel Iraqê binpê kiriye, bi vî awayî em jî parastina rewa wek mafê xwe yê rewa dibînin. Hevdem daxwaz ji navend û civatgeha navneteweyî, welatên demokrat û dostên me yên li hundur û derveyî Kurdistanê dikin ku, di nav pirsa bazara neftê û çekên etomî de, pirsa neteweyên cuda yên Îranê û di serweyî hemûyan de pirsa Kurd û xebata wê ya demokrasîxwazane ji bîr nekin û lêpirsînê ji van êrîşan bikin ku li ser kampên Kurdên Rojhilat, dibistan, nexweşxane, goristan û navendên sivîl tên kirin. Hûn dikarin van kiryarên wan wek "tawanên şer" bidin nasîn û hevdengiyekî navneteweyî ji bo parastina xelkê sivîl pêk bînin û cezayên giran û bacê bixin ser kiryarên rejîmê û derfeta bikaranîna mûşek, diron û kiryarên terorîstî jê bistînin.
Tevî sersaxî ji malbat û kesûkarên şehîdên me yên herî dawî, em hevçeperên wan û hemû gelê Kurdistanê xatircem arxayîn dikin ku êrîşên tirsonekane yên Komara Îslamî, hinde dine zêdetir me bo gihîştina bi armancên gelê Kurdistanê û berdewamiya xebatê mukumtir dike. Wek caran bi îradeya têkoşerên Demokrat û piştevaniya bêdawî ya xelkê Kurdistanê, emê di xebata xwe ya mukum de berdewam bin û rêbaza hemû şehîdên gelê xwe bidomînin.
Navenda Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê
28ê Xakelêweya 1405a Rojî