Hevpeyvendiya Giştgir ji bo Azadî û Wekheviyê li Îranê", di daxuyaniyekê de bi tundî êrişên dironî bo ser Hizba Demokrat li Herêma Kurdistanê şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku roja Înê, tenê çend roj piştî êrişa li ser binkeya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê û şehîdbûna "Xezal Mewlan", careke din kampa niştecihbûna malbatên Hizba Demokrat hatin kefte ber êrîşê. Li gorî zanyariyan, di vê êrişê de 3 kesan bi navên "Semîra Ellahyarî, Nida Mîrî û Şahîn Azerberîn" jiyana xwe ji dest dane û çend kesên din jî birîndar bûne.
Komara Îslamî di demekê de behsa kêmkirina şer û aloziyan dike, lê berdewam e li ser êrişkirina ser cihên niştecihbûna malbat û xelkê sivîl. Ev pêngav wekî beşek ji siyaseta serkutkirina derveyî sînoran û terora dewletî hatine pênasekirin ku armanca wan têkdana ewlehiyê û jinavbirina fîzîkî ya neyarên siyasî ye.
Êrişa ser binkeyên partiyên Kurdistanê, binpêkirina eşkere ya serweriya axa Iraqê û têkdana ewlehiya Herêma Kurdistanê ye. Her wiha bêdengiya navendên navdewletî wekî sedemek ji bo berdewamiya van tundûtûjiyan hatiye binavkirin û daxwaza helwesteke cidî hatiye kirin.
Hevpeyvendiya Giştgir daxwazê ji hikûmetên Iraqê, Herêma Kurdistanê û Neteweyên Yekbûyî dike ku bi lez û rasterast lêkolînê li ser van êrişan bikin û ewlehiya kamp û binkeyên niştecihbûnê biparêzin. Di dawiyê de jî hatiye diyarkirin ku ev êriş nîşana tirsa desthilatê ye ji hêzên rêxistinkirî yên ku li ser azadî û mafê diyarkirina çarenivîsê rijd in.