Îsmaîl Beqayî, berdevkê Wezareta derve a Rejîma Îranê ragehand, Oraniyoma meyandî a wî welatî bi tu awayekî û li tu rewşekê de bo derve nayê veguhastin.
Beqayî li gotubêjekê de ligel TV ya dewleta Îranê tekezî kir, veguhastina Oraniyomê bo Amerîka wekî bijardeyekê nehatiye behs kirin, oraniyoma meyandî a Îranê hindî xaka Îranê bo me pîroz e û li tu rewşekê de bo tu cihekî nayê veguhastin.
Ev axiftin di demekê de ye ku berê Donald Tiramp, Serokomarê Amerîka îdiaya evê kiribû ku Tehran li ser hemû tiştekî razî bûye, ji wan birina Oraniyoma meyandî bo deveyê Îranê, ku niha ji aliyê berpirsên Îranê ve hatiye red kirin.
Berdevkê Wezareta karûbarê derve ya rêjîma Îranê herwisa amaje bi pêvajoya danûstandinan kir û got, hiloşandina dorpêçan bo me girîngiyek zêde heye û qerebûkirina wan ziyanên ku ber Îranê keftine li pêşiya her karek din de ye.
Ew helwêstane di rewşekî de tên xûya ku danûstandinên di navbera Îran û Amerîkayê bo giheştin bi rêkeftinek nû heya niha berdeam in û nakokî li ser pirsên sereke, wekî bernameya navkî û givaşan, wekî xwe mane.