Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdewamiya êrîşên Komara Îslamî bo ser Hizba Demokrat

12:38 - 18 Nîsan 2026

Rejîma Komara Îslamî ya Îranê di berdewamiya êrîşên xwe de bo ser kampên malbatên sivîl ên Hizba Demokrat, careke din bi dronan kampa "Girdêçal" li nêzîkî Hewlêrê kir armanc.

​Saet 10 û 25 xulekên şeva Înê, 28ê Xakelêweyê, Komara Îslamî ya Îranê bi dronekê êrîş kire ser cihê akincîbûna malbatên Hizba Dêmokrat li Girdêçalê li nêzîkî bajarê Hewlêrê.

​Êrîşa Komara Îslamî di demekê de ye ku piştî nîvroya roja Înê, 28ê Xakelêweyê, bi dron û mûşekan êrîşî ser kampên sivîl ên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê kiribû. Ji ber wê êrîşê bav û kurek şehîd û birîndar bûn. Di vê êrîşê de Şahîn Azerberzîn şehîd bû û Nadir Azerberzîn (bavê Şahîn) bi giranî birîndar bûye.

​Her wiha di êrîşeke din de bo ser komek ji pêşmergeyên partiyê, du pêşmergeyên keç bi navên Neda Mîrî û Semîra Ellahyarî şehîd bûne û çend pêşmergeyên din jî birîndar bûne.

​Her wiha şeva Pêncşemê, 27ê Xakelêweyê, rejîma Îranê bi du dronan nêzîkî kampa Azadiyê, cihê niştejibûna malbatên Hizba Demokrat li nêzîkî Koyeyê kiribû armanc.

​Komara Îslamî ya Îranê ji destpêka şerê ligel Amerîka û Îsraîlê ve heta niha bi zêdetirî 116 mûşek û dronan kampa malbatên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û bingehên tenduristî û perwerdehiyê yên vê partiyê kiriye armanc.