Donald Tiremp, Serokomarê Amerîka êvara roja Înê 28ê Xakelêwe, hoşdarî da ger heya roja Çarşemî rêkeftineke demdirêj digel Îranê bidest neyê, egera hindê heya agirbesta niha ligel wî welatî neyê nûkirin.
Tiremp di nav balafira seokayetiyê de ragehand, ku renge ez agirbestê nû nekim, lê dorpêça abûrî wê her berdewam be.
Navbirî herwisa got ku li egera şikesta danûstandinan, em neçar in operasyona bomberanan dest pê bikin.
Serokomarê Amerîka di heman demê de behsa hebûna, nûçeyek baş kir hember bi pêvajoya guhertinên girêdayî Îranê, lê zanyariyên zêdetir nedan.
Tiremp got ku nêzî 20 xulek berî niha nûçeyên gelek baş giheştin me û xûyaye rewşa Rojhelata navîn li peyvendî ligel Îranê de bi başî birêve diçe.
Tiremp tekezî kir ku piraniya wan mijarên ku li ser axivîn e, gutobêj li ser hatine kirin û rêkeftin û biryar li ser dane, û hêvî xwest ku pêvajoya niha bigehe encamek erênî, wî li bersiva rojnamevanan hember bi nakokiyên wan guhertinan got, bi wan zûkatiyan hûnê bibîz in.