Serokê dezgeha bi nav dadwerî ya Komara Îslamî careke din tekezî li ser bilezkirina lêkolîna dosyeyên girtiyan kiriye û daxwaz kiriye ku "rêrewa asayî" di proseya darizandinê de danêne vê de; ev helwest jî fikarên derbarê rewşa mafên tometbaran zêdetir kiriye.
Xulampisên Mihsênî Ejeyî di gotarek nû de ragihandiye ku di rewşa niha de, dezgeha dad divê bi "arayîşa cengî" kar bike û dosyeya ew kesên ku wek "hevkarên dijmin" navê wan dibe, di demekî kurt de lêkolîn ji bo wan bê kirin.
Herwisa pêşniyar kiriye ku di hinek rewşan de, lêkolîna tometbaran heta di nav zîndanan de û li derveyî rêrewa asayî ya dadwerî bê encamdan.
Ejeyî herwisa tekez kir ku derbarê destbeserkirina mal û milkên sizadyîyan de "divê tu nermî neyê nîşandan û cîbicîkirina hukman, çi ewên girêdayî sêdarê bin û çi yên girêdayî destbiserkirina mal û milk bin, nabe tu derengxistin û xemsariyek tê de hebe."
Ev nêrîn di demekê de tê pêşandin ku di hefteyên borî de çendîn rapor derbarê girtina bikom a hemwelatiyan bi tometên giştî wek "nîştimanfiroşî", "sîxurî" û "xiyanet" hatine belavkirin, bêyî ku zanyariyeke zelal derbarê nasnameya girtiyan an proseya dadigehîkirana wan bê eşkere kirin.