Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çepên Başûrê Kurdistanê: Divê Êrîşên Îranê Yên li ser Herêmê û Penaberan Bên Rawestandin

16:13 - 19 Nîsan 2026

Lêjneya Karê Hevbeş a Çep a Kurdistanê di daxuyaniyekê de, tevî mehkûmkirina berdewamiya êrîşên Komara Îslamî ya Îranê bo ser bingeh û kampên Hizba Demokrat û partiyên din ên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê, daxwaza helwesteke cidî ji hikûmeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî kir.

​Lêjneya Karê Hevbeş a Çep a Kurdistanê ku ji Partiya Şîuî ya Kurdistanê, Bizûtneweya Demokratîk a Gelê Kurdistanê û Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê pêk tê, daxuyaniyek ji bo bertek nîşandanê li hember êrîşên Komara Îslamî bo ser xelkê sivîl û kampên penaberên Rojhilat belav kir. Di wê daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ev êrîş binpêkirina eşkere ya serweriya axa Iraqê û binpêkirina prensîbên Neteweyên Yekbûyî ne.

​Ev her sê aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ragihandin ku Herêma Kurdistanê tu carî nebûye gef bo ser ewlehiya tu welatekî, belku ew Îran e ku dixwaze bi rêya van êrîşan qeyranên xwe yên navxweyî ber bi derve hinarde bike û aramiya herêmê têk bide.

​Di daxuyaniyê de bang li hikûmeta federal a Iraqê hat kirin ku bêdengiya xwe bişkîne û bi rêya kanalên dîplomatîk gavan bihavêje. Herwisa daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî hat kirin ku guşarên xwe li ser Tehranê zêde bike daku jiyana penaber û sivîlan bê parastin. Di dawiyê de bang li hemû hêzên siyasî û rêxistinên sivîl hat kirin ku bi yekdengî û bi şêwazekî şaristanî li dijî van binpêkirinan bisekinin û nehêlin axa Kurdistanê bibe qada yekalîkirina nakokiyên navdewletî.