Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Swîsê û Brîtanyayê li Dijî Êrîşên Terorîstî yên Komara Îslamî Çalakiyên Protestoyî Hat Li darxistin

16:15 - 19 Nîsan 2026

Kurdên akincî yên li Swîsê û Brîtanyayê bi lidarxistina çend kombûnan, êrîşên mûşekî û çalakiyên terorîstî yên Komara Îslamî yên li ser baregeh û kampên penaberan li Herêma Kurdistanê şermezar kirin.

​Ev xwenîşandan roja şemiyê, 29’ê Xakelêweyê, li bajarê Bernê li ber deriyê balyozxaneya Komara Îslamî û li bajarê Mançester a Brîtanyayê hatin lidarxistin. Beşdaran bi dana dirûşman û xwendina sirûdên neteweyî, nerazîbûna xwe li hember berdewamiya êrîşên li ser çalakvanên sivîl û siyasî yên Kurdistana Îranê nîşan dan.

​Di kombûna Bernê de, nûnerên Hizba Demokrat û Yekîtiya Jinan di axaftinên xwe de tekezî li ser berdewamiya berxwedanê û dijberiya li hember siyasetên dijemirovane yên Komara Îslamî kirin. Hevdem li Mançesterê jî xwepêşanderan daxwaz ji saziyên navdewletî kirin ku balê bikişînin ser binpêkirina mafên mirovan û terorîzma dewletî ya Komara Îslamî.

​Di dawiya van çalakiyan de, beşdaran tekezî li ser berdewamiya wan çalakiyên xwe yên protestoyî li derveyî welat kirin da ku dengê xwe bigihînin saziyên navdewletî.