Di hefteya borî de, Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat ji bo çendîn hevdîtin û civînên siyasî gihîşte Bruksela paytexta Beljîkayê û herwisa Barselonyaya li welatê Îspanyayê.
Birêz Mistefa Hicrî di hevdîtinên xwe yên dîplomatîk ên li Brukselê de, ligel berpirsên pilebilind ên Partiyên Sosyalîst ên Ewropayê civiya û li Parlamena Ewropayê gotarek pêşkêş kir. Hevdîtin ligel xanim Iratxe García, Seroka Koma Sosyalîst û Demokratan; hevdîtin ligel Daniel Attard, Cîgirê Nûnerê Parlamena Ewropayê ji bo karûbarên Îranê; çavpêketin ligel Michael Gahler, Endamê Komîsyona Derve ya Parlamena Yekîtiya Ewropayê; hevdîtin ligel Paul Magnette, Serokê Partiya Sosyalîst a Belçîkayê û civîn ligel Evin Incir, Endama Parlamena Ewropayê, beşek ji hevdîtinên siyasî û dîplomatîk ên Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat li Bruksel û Parlamena Ewropayê bûn. Ev serdan di rojên 25 heta 27ê Xakelêweya 1405an de pêk hat.
Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat piştre serdana Îspanyayê kir û di civîna cîhanî ya Sosyalîstên Ewropayê de beşdar bû. Di vê konfiransa cîhanî de ku bi beşdariya nûnerên 70 welatan bi rêve çû, birêz Mistefa Hicrî li ser rewşa siyasî ya Îran û Kurdistanê gotarek pêşkêş kir. Sekreterê Giştî yê Hizbê herwisa ligel hejmarek kesayetiyên siyasî yên pilebilind ên Ewropayê hevdîtin pêk anîn, wek: Stefan Löfven, Serokê Partiya Sosyalîstên Ewropayê; Evin Incir û Andreas Schieder, du parlamenterên Ewropayê; û herwisa Giacomo Filibeck, Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîstên Ewropayê.
Her di qiraxa vê civîna lûtkeyê de, Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat ligel çendîn kesayetî û rêberên siyasî yên welatan civiya, wek: Mihemed Şitaye, Serokwezîrê berê yê Filîstînê; Conner Rousseau, Serokê Partiya "Vooruit" a Beljîkê; Tülay Hatimoğulları, Hevseroka DEM Partiyê û Srdjan Milivojević, Serokê Partiya Demokrat a Sirbîstanê. Hevdem ligel van hevdîtinên siyasî, birêz Mistefa Hicrî ligel medyayên cîhanî yên wek TVe, Europa Press û La Sexta hevpeyvîn û çavpêketin encam dan.