Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gefa Îranê bo bersivdana êrîşên Amerîka li deryaya Omanê de

11:18 - 20 Nîsan 2026

Berdevkê Qerargeha Navendî a Xatemulenbiya a rejîmê ragenad,ku Amerîka bi teqekirin li keştiyên bazirganî ên Îranê li avên deryaya Omanê de, rêkeftina agirbesta di navbera Îran û Amerîkayê de şikandiye, Îbrahîm Zulfeqarî îşare bi vê yekê kir ku hêzên Amerîka piştî likarxistina sîstema rêdoza keştiyê, li rêya hêzên deryayî ve dest biser de girtine.

Berdevkê Qerargeha Xatemulenbiya ew karê Amerîka bi diziya deryayî a çekdarane binavkir û hoşdarî da ku hêzên çekdarên Komara Îslamî bi wan zûkatiyan dê bersiva wan êrîşan bidin.

Berê Fermandehiya navendî a Amerîkayê SENTKOM piştrast kiribû ku hêzên wan keştiyek li kar xistine ku xwestiye biçe nav benderên Îranê û dorpêçên deryayî binpê kirine.

Hevdem Donald Tiremp, Serokomarê Amerîka roja Yekşemî 30ê Xakelêwe, li hejmara taybet a xwe li Tirus Soşyalê de nûçeya êrîşa artêşa welatê xwe bo ser keştiya bazirganî a Tuska û destbiserde girtina wê belav kirine.

Li gorî gotina Tiremp, ew keştî bi alaya Komara Îslamî ve li rê de bûye û li lîsta sizayên Amerîkayê de jî bûye.