Xavîêr Mîlê, Serokomarê Arjantînê, li dema sardana xwe bo Orşelîmê, piştevaniya xwe bo pêngavên serbazî ên Îsraîl û Amerîkayê dijî Îranê ragehand ku nîşanderê kurbûna hevpeymaniya Boyins Ayrês digel Têlavîvê ye li rewşa zêdebûna aloziyên deverê de.
Mîlê sardana xwe li aliyê, Dîwara Nûdbe, ku yek ji pîroztirîn cihên Cihûyan e, dest pê kir û biryare bi boneya salvegera damezrandina Îsraîlê, di rêûresmeke sembolîk de beşdariyê bike.
Li dirêjeya wan pêşhatan de, berpirsên Îsraîlê pêşwazî li biryara Arjentînê kirin bo nasandina Spaha pasdaran û hêza Qudis wek rêkxiravek teroristî.
Herwisa herduk alî destpêkirina peymana Îshaq wek çarçêweyek bo berfirehkirina hevkariyên sitratîjîk ragehand in.
Serokomarê Arjentînê bi amajedan bi dosyeyên teqînên Boynis Ayrês, careke din Komara Îslamî tometbar kir û tekezî li ser piştevaniya xwe bo êrîşên Amerîka û Îsraîlê bo ser Komara Îslamî kir
Herwisa li vê dîdarê de, Bênyamîn Natanyaho Serokwezîrê Îsraîlê ragehand. Ku şer digel Îranê dawî pê nehatiye û di her demekê de eger heye pêşhatên nû biqewimin.