Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hoşdariya Mesûd Pizîşkiyan hember bi qeyrana enêrjiyê li Îranî

12:50 - 20 Nîsan 2026

Mesûd Pizîşkiyan, Serokomarê Rejîma Îranê, bi amajekirin bi kêmiya enêrjiyê li Îranê, hember bi zêdebûna givaşên abûrî bo ser welatiyan hoşdarî da.

Pizîşkiyan roja Duşemî 31ê Xakelêwe, li kombûnekê de ligel berpirsên Wezareta bi nav dadweriyê ragehand, ku kêmasî li enêrjî û madên şewatê heye û tekezî kir ku berdewamiya wê rewşê bê çaksaziya micid, givaşa zêdetir dixe ser xelkê.

Navbirî got ku tu hurgilyên diyarî kirî hember bi aliyên cuda yê wan kirîzan yan jî rêkarên çareseriyê da xûya.

Di vê rewşê de ku sînordarkirina zanyariyan û qutkirina Înternêtê ji aliyê Komara Îslamî ve, destgiheştin bi zanyariyên dijvar kiriye, Serokomarê rejîmê li hinek qiseyên bê wate de, behs li hewcehiya agehdarbûna xelkê li rastiyan kiriye.

Berê karnasan sedemê qeyrana wize li Îranê bo xerapbûna birêvebirin û nebûna bernameya demdirêj ragehandine, di demekê de berpirsên rejîmê heya niha hewl didin wê rewşê bi sedema derekî bidin nasandin.