Ji bo şermezarkirina êrîşên dironî û terorîstî yên rejîma Îranê bo ser binke û baregehên Hizba Demokrat û Komeleya Zehmetkêşan, xwepêşandaneke berfireh li navenda bajarê Vankoverê birêve çû.
Roja yekşemê, 30ê Xakelêweyê, bi beşdariya kurdistaniyên rûniştî yên rojavayê Kanadayê û bi hevkariya komîteyên Hizba Demokrat û Komelê, civînek ji bo rêzgirtin li yada şehîdên êrîşa dawiyê ya rejîmê û derbirîna nerazîbûnê li hemberî tawannên rêjîmê hate lidarxistin. Di destpêka bernamê de, piştî şirovekirina armanca civînê ji aliyê Kozad Wîje, endamê komîteya Hizba Demikrat, sirûda neteweyî ya "Ey Reqîb" hate pêşkêşkirin.
Peyamên aliyên siyasî û kurdistanî hatin xwendin. Jîno Kerîmî peyamek bi zimanê îngilîzî pêşkêş kir û tê de tekez kir ku êrîşkirina ser cihên niştecihbûna penaber û pêşmergeyan, li dijî yasayên navdewletî ye û wekî "tawanê şer" tê hejmartin. Her wiha Îsmaîl Îbrahîmî, berpirsê peywendiyên Hizbê li Kanadayê, daxwaz ji navendên navdewletî kir ku helwêsteke pratîkî li hemberî van cinayetan nîşan bidin.
Di dawiyê de, Keyumers Beygî, berpirsê komîteya Hizba Demokrat, ragihand ku rejîma Îranê bi êrîşkirina ser dibistan, nexweşxane û cihên niştecihbûna malbatan, dixwaze şikestên xwe veşêre; lê belê Hizba Demokrat û gelê Kurd bi biryar in li ser berdewamkirina rêya şehîdan heta gihîştina bi armancên neteweyî.