Amerîka aşkera kir ku şanda vê bo rûniştina digel şanda rêjîma Îranê li Îslamabadê, bi rê keft. Serokatiya vê şandê “Jêy Dî Vêns” cêhgirê Donald Tiramp e.
Tiramp pêştir ragihandibû ku şanda Amerîka dê êvariya roja Duşemiyê biçe Pakistanê.
Gorî ragihandina koşka Sipî, Şanda Amerîka pêk hatiye ji Vêns, Vîtkaf û Koşnêr, ku li gera yêkim a rûniştina digel rêjîma Îranê jî, her ev 3 kasane bûn.
Rêjîma Îranê heya niha li derheq vê gera rûniştina bi Amerîkayê re ti tiştekî serrast neragihandiye, hinek çavkanî li nava rêjîma Îranê base egera beşdarnebûna şanda Îranê dikin û ragihandine û Hem nikarin şertên Amerîka qebûl bikin, hem Amerîka agirbest şikandiye.
Media yên rêjîmê jî îdia dikin ku heya Amerîka dorpêça deryayî li hilnegire, desthilatdarên rêjîma Îranê li danûstandinê de beşdariyê nakin.
Gera yekim a danûstandinê zêdetir ji 21 demjimêran dirêjî kêşa, bê encamp dawî pêhat.