Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara 516 an a Rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye, hat weşandin

14:42 - 20 Nîsan 2026

Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de gotarên nivîskar û xebatkaran û mijar û helwêstên PDKÎ hatine weşandin ku hejmara 516 a Agirî de, ev mijar hene:

Li rûpela ewilî de, Manşêt- Li jê nave “Hizba Demokrat: Parastina Rewa wek mafê xwe yê rewa dibîne” hatiye weşandin.

Rûpela 2 – Deqa gotara Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat di civîneke Parlemana Ewropayê de, hatiye weşandin.

Rûpela 3 - de, deqa Peyama Kak Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat, di civîna “Hevpeymaniya Pêşvero” (Progressive Alliance) li Barselonayê.” hatine weşandin.

Rûpela 4 – Her li derheq dîdar û axiftinên Sekreterê Giştî yê Hizbê û dîdarên wî li Ewropayê de, Mistefa Hicrî: Divê Ewropa ji bo rûxandina rejîma Îranê piştgir be.

Herwisa, Mistefa Hicrî: Divê civaka navdewletî nebe alîkarê avabûna dewleteke navendgera li Îranê, hatine weşandin.

Rûpelêm 5 – Daxuyaniya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li ser danûstandinên Amerîka û Komara Îslamî ya Îranê li Îslamabadê. Herwisa Peyama Pîrozbahiyê ya Navenda Rêxistinên Sivîl bi Boneya 83 Saliya Damezirandina Yekîtiya Ciwanan, dikevne ber çavan.

Rûpela 6 – Raporek li derheq Hewldanên Dîplomatîk ên Sekreterê Giştî yê Hizbê li Bruksel û Barselonyayê. Herwisa daxuyaniya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê, li jêr navê “Sazşkirina bi Tehranê re Rêxweşkirine ji bo zêdebûna Teror û Bêîstîkrariyê”.

Rûpela 7 ê de gotara - Başûrê Kurdistanê, lîstikvanek ku êdî di hevkêşeya petrol û siyaseta cîhanî de nayê paşguhxistin, ji nivîsa Eskender Ceiferî.

Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.

Rûpela 8 a hejmara 516 ê a Agirî ku taybet bi hevpeyvîna Agirî ye, di vê hejmarê de Sîmîn Rûhanîzade hevpeywînek digel lêkolîner Huseyn Qenber, li ser pêvajoya danûstanên Îran û Amerîkayê encam daye.

Rûpela 9 - Gotara – “Komara Îslamî Versiyona 2.0” ji nivîsa Dr. Mecîd Heqî.

Rûpela 10 – Gotara- Krîza jîngehê li Îranê: Dema ku av û hewa dibin pirseke siyasî, ji nivîsa Sefiye Xalidî.

Rûpela 11- Agirî, çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma komara îslamiya Îranê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, dikevne ber çavê xwênerên rêzdar.

Rûpela 12- dawî rûpela hejmara 516 a Rojnameya Agirî, postêrek e li jêr navê “Rêbaza we pîroz e”, ku li derbarê dawî şehîdên bi sedema êrîşa dironî a rêjîma Îranê ve şehîd bûne, ev postêr jî wekî her car bi terahî û dîzaynêriya Serbest Urmiye hatiye amadekirin.

Rojnama Agirî ji aliyê Xelîl Mîlanî ve tête dîzayînkirin.

Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin.

Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.