Ajansa nûçeyan a "Mîzan" ku ser bi dezgeha bi navê dadweriya Komara Îslamî ye, ragihand ku serê sibeha duşemê 31ê Xakelêweyê, du hemwelatî bi navên "Mihemed Mesûm Şahî" û "Hamid Welîdî" bi tohmeta "sîxurî ji bo Îsraîlê" hatine îdamkirin.
Rejîma Komara Îslamî ev her du kes bi tohmeta "endambûna di toreke girêdayî Mûsadê de" sêdarê dan û ragihandiye ku ew kes beriya encamdana erkê xwe li Tehranê hatine girtin.
Ligah vê yekê jî, tu hûrgulî derbarê dema girtinê, proseya lêkolînê û şêwazê dadgehkirinê nehatine belavkirin; babetek ku careke din nezelaliya dosyayên ewlehiyê dixe ber çavan.
Ev kes ji bo wergirtina îtirafên bi darê zorê di bin îşkence û guşarê de bûn û di Dadgeha Înqilabê ya Kerecê de bi tohmetên wekî "muharebe" (dijberiya xwedê) cezayê îdamê li ser wan hatibû sepandin.
Di 3 hefteyên borî de, herî kêm 14 girtî hatine îdamkirin û hevdem berpirsên bi navê dadweriya rejîmê li ser lezgîniya cîbicîkirina cezayê îdamê yê girtiyên siyasî tekez kirine.