Îro, 20ê Nîsana 2026an, li Teşkîlata Amedê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), ji bo pêşmergeyên şehîd ên Rojhilatê Kurdistanê şînek hat lidarxistin. Ev çalakî bi hevkariya PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN û kesayetên serbixwe pêk hat. Gelek sîyasetmedar, rewşenbîr û welatparêzên Amedî beşdarî merasîmê bûn û êrîşên dewleta Îranê protesto kirin.
Di daxuyaniya hevbeş de ku ji aliyê Cîhgirê Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê Mihemed Can Azbay ve hate xwendin, êrîşên dawî yên Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê û kampên sivîlan bi tundî hatin şermezar kirin. Di daxuyaniyê de navên şehîdên dawî (Xezel Mawlan, Neda Mîrî, Semîre Ellahyarî û Şahîn Azerberzîn) hatin bîranîn.
Hate destnîşankirin ku tevî agirbesta li herêmê, Îran êrîşên xwe ranewestandiye. Daxuyaniyê bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Îraqê, Amerîka, Neteweyên Yekbûyî, civatgeha navdewletî û saziyên mafê mirovî kir ku li dijî wan êrîşên rêjîma Îranê bo ser xaka Herêma Kurdistanê û penaber û jin û zarok û kampên sivîl ên Rojhilatê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê de helwêstê bigrin û bê deng nebin.
Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê jî, ji bo wê merasima bilind nirxandina yadê şehîdên dawî, peyamek emegdarî û pêzanînê hinartibû ku tê de tekezî li ser hewcehiya yekîtî û hevxebatî û piştevanî û hevdengiya netewî li ser mijarên wiha, bi cihê pêzanîn û bilind nirxandiye.