Li gorî rapora Reutersê, welatên erebî yên li devera Kendavê Nîgeraniya xwe li hember proseya danûstandinên navbera Amerîka û Îranê nîşan dane. Ew di wê baweriyê de ne ku ev gotûbêj dibe ku li şûna kêmkirina aloziyan, bibe sedema bihêziya pêgeha stratejîk a Îranê di Tengava Hormozê de.
Li gorî vê raporê, hin welatên herêmê dibêjin ku hûrbûna danûstandinan li ser dosyeya navokî ya Îranê, bûye sedema kêmkirina baldarî li ser ewlehiya keştîvaniyê û rola Îranê di yek ji girîngtirîn rêyên veguhastina enerjiyê ya cîhanê de.
Herwisa, rayedarên herêmî hişyarî dane ku her rêkeftinek ku nebe sedema guhertina vê rewşê, dikare bibe sedema bihêzkirina pêgeha Îranê di rêyên girîng yên hinardekirina enerjiya navneteweyî de.
Lêkolîner di vê raporê de tekez dikin ku Tengava Hormozê bûye yek ji xalên sereke yên têkiliyên navbera Washington û Tehranê; di demekê de ku nîgeraniyên ewlekarî yên welatên derdora Kendavê di vê proseyê de kêm hatine berçavgirtin.
Di encama raporê de hatiye diyarkirin ku berdewamiya vê rewşê dikare bibe sedema çespandin û mayindebûna rola jeopolîtîk a Îranê di vê tengava stratejîk de.