Serokkomarê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump ragihand ku bernameya Washingtonê ji bo dirêjkirina agirbesta bi Îranê re nîne û di haleta bi dawîbûna dema diyarkirî de, îhtimala dijwarbûna pevçûnan heye.
Trump di hevpeyvînekê de ligel kanala PBSê û di bersiva pirsekê de derbarê encamên bi dawîbûna dema diyarkirî ya roja sêşemê got: «Hingê dê hejmareke zêde ya bombeyan dest bi teqînê bikin.»
Herwisa wî derbarê rewşa danûstandinan de got ku agahiyên wî yên hûr û kûr nînin û diyar kir: «Ez nizanim.»
Trump di beşeke din a axaftina xwe de got ku biryar e şandeyek di danûstandinan de amade bibe, lê di heman demê de gumanên xwe derbarê pêkhatina vê amadebûnê nîşan dan û anî ziman ku heke alî amade nebin, ev mijar dê ne tiştekî çaverênekirî be.
Ev daxuyanî di demekê de tên belavkirin ku çarenivîsa agirbestê û proseya danûstandinan hîn jî bi nezelalî mane.