Elî Ebdulahî, fermandarê biryargeha Navendî ya Xatemul-Enbiya, ragihand ku hêzên çekdar ên Îranê di dema her cure binpêkirina peyman an jî rêkeftinekê ji aliyê din ve, dê «bersiveke bilez û biryardar» bidin.
Vî rayedarê leşkerî bi îdîaya amadebûna tam a hêzên çekdar got ku Îran di rewşa amadebaşiyê de ye û şiyanên parastinê yên Îranê di astekê de ne ku derfeta bertekeke bilez li hemberî her cure kiryarekî dijminane peyda dike.
Wî di beşeke din a axaftinên xwe de îdîa kir ku şiyana mûşekî û dironî ya rêjîma Îranê di geşedanên herêmî de roleke rêgir lîstiye.
Ebdulahî her wiha bi amajekirina bi rewşa aloz a herêmê tekez kir ku her cure kiryar an jî binpêkirina peymanan, egera nîşandana bertekeke «diyarker û bilez» re rûbirû bibe.
Li gorî gotina wî, hêzên çekdar ên Îranê bi hevahengiya li gel saziyên siyasî yên welat di rewşa amadebaşiyê de ne û geşedanên herêmî bi awayekî berdewam dişopînin.