Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tiremp: derxistina Oraniyoma Îranê karek sext û demdirêj e

12:04 - 21 Nîsan 2026

Donald Tiremp: Serokomarê Amerîka ragehand piroseya nehiştina “Toza Oraniyomê” di Îranê de piştî êrîşên sala derbasbûyî a Amerîka, wê piroseyeke” demdirêj û sext” be.

Navbirî bi îşarekirin bi wan operasyonên ku bi “Çekuça Nîvê şevê” nav bir, û got ev êrîşên leşkerî bûne sedema jinav birina tewaw û hemû aliyên binkên etomî ên Îranê.

Di wan êrîşan de 3 navendên etomî li Netenz, Îsfehan û Fordoyê kirine amanc, digel vê jî karnasên siyasî û çavdêrên karûbarê Îranê behsa vê yekê dikin ku oraniyoma meyandî bi tîratiya %60 di Îran de maye û eger asta meyandinê bigehe %90 dikare şewata pêwîst bo berhemanîna nêzî Bombên etomê dabîn bike.

Serokomarê Amerîka di vî heyamî de berdewam tekezî kiriye ku welatê wî bi her awayekê be dibe oraniyoma meyandî a Îranê bidest bixe. Herwisa Waşingtin rê nade Komara Îslamî bigehe bi çeka etomî û bo komkirin û veguhastina wan maddan bo Amerîka, hemû bijardeyan wê bikar bîne.