Rafaêl Girûsî, Birêvebrê Giştî ê Ajansa Navdewletî a Vizeya Etomê hoşdarî da ku her cure rêkeftinek etomî di navbera Îran û Amerîkayê de, bi bê çavedêrî û piştrastkirina vê damezraveyê, bê wate dibe.
Girûsî di çavpêkeftinelê de ligel Têlêgraf tekezî kir, ku bi bê piştrastkirin û xatircemî, her rêkeftinek di rastiyê de rêkeftin nîne, belkî tenê wehmeke li rêkeftinê ye.
Girûsî bi îşarekirin bi bandora sereke a Ajansê got, ev navend tenê çavkaniyek navdewletiye ku dikare çavedêriyê bi ser pêbendbûn yan nebûna welatan bê sozên xwe yên etomî hebin. Li gorî gotina navbirî, nebûna çavedêriya hûr dikare baweriya her egerek ji rêkeftinê bi awayekî micid bixe jê pirsiyarê.
Birêveberê giştî ê Ajansê herwisa hember bi zêdebûna aloziyên cîhanî hoşdarî da welatan û got ku cîhan di nav metirsiya çûna nav kêbirkêyên nû ên etomî de ye û ev rewşe şeqê dixe nav sîstema rêgirî li belavbûna çeka etomî, û heta belkî heta 20 welatan jî han bide bo vê ku çeka navkî berhem bînin.