Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jê Dî Vans ji bo danûstandinên bi Îranê re kefte rê bo Îslamabadê

13:53 - 21 Nîsan 2026

CNN ragihand ku danûstandin dê roja çarşemê bên kirin, lê medyayên fermî yên Îranê ev nûçe red kirin.

​Li gorî nûçeya ku tora CNN behsa lidarxistina gera duyem a danûstandinên navbera Îran û Amerîkayê di roja çarşemê de dike, medyayên fermî yên Îranê diyar kirin ku heta niha ti şandeyek ji Tehranê ber bi Îslamabadê ve nehatiye şandin, yan diyarîkirin.

​Li gorî rapora CNN, biryar e Jê Dî Vans, cîgirê serokê Amerîkayê, û Mihemed Baqir Qalîbaf, serokê meclisa rêjîma Îranê, serokatiya şandeyên her du welatan di van danûstandinan de bikin.

​Li aliyê din, ajansa nûçeyan a Seda û Sîma (televîzyona fermî ya Îranê) tekez kir ku hemû nûçeyên derbarê dem an şandina şandeya Îranî bo Pakistanê "ne rast in" û tu geştek di vê bareyê de pêknehatiye.

​Berpirsên Îranî di rojên dawî de ragihandine ku berdewamiya danûstandinan bi guherîna helwesta Amerîkayê ve girêdayî ye û tekez kirine ku ew "danûstandina di bin zext û gefan de" qebûl nakin.

​Ev aloziya di navbera wa de, di demekê de derdikeve pêş ku çarenivîsa agirbestê û paşeroja danûstandinan hîn ne diyar e.

​Agirbest ber bi saetên xwe yên dawî ve diçe û Îranê hîn biryara xwe ya derbarê beşdarbûna di danûstandinên Îslamabadê de ranegihandiye.