Îro 22yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî ye, Sala 1898an, anku 128 salan berî niha Rojanemeya bi navê “Kurdistan”ê li Qahîra Misirê, ji aliyê Miqdad Mîdhed Bedirxan ve hate weşandin.
Rewşenbîrê Kurd Miqdad Mîdhed Bedirxan cara yekemîn li Qahîreya paytexta Misirê rojnameyeke Kurdî ya bi navê “Kurdistan” çap û belav kir.
Li ser hev 31 hejmar ji Rojnameya Kurdistanê çap bûn.
Piştre 22yê Nîsanê wekî “Roja Rojnamegeriya Kurdî” hat destnîşankirin û ji wê rojê ve her sal ev roj tê pîrozkirin.
Ji roja ku rojnameya Kurdistanê derketiye heta îro bi hezaran rojname û kovarên Kurdî hatine weşandin.
Bi hilkefta 128 saliya derçona yekemîn hejmara Rojnameya Kurdistan û roja Rojnamegeriya Kurdî, em hivîdarin ku hemî rojnamevanên Kurd ku pêşe û pênûsa xwe xistine xizmet doza neteweyî, li hember erkê girîng ê karê ragîhandinî de she bi berpirsayetiya pêşeyî ye xwe bikin.
Em hivîdarin rojnamevanê û media û ragîhandinên Kurd, gihandina serrast a zaniyariyan bi mixatibên xwe û pîvanên rojnamevaniyê wekî pîvan bizanin û berdewam bin li ser geşandin û bihêzkirina hest û hişmendiya netewî.
Roja rojnamevaniya Kurdî li hemî gelê Kurd û bi taybet li rojnamevanên netewî pîroz be.