Rojnameya "Wall Street Journal" ji zarê berpirsên Amerîkî û Iraqî ve belav kir ku hikûmeta Amerîkayê şandina barên dolaran bo Iraqê rawestandiye û alîkariyên xwe yên ewlehiyê jî bi vî welatî re sekinandiye.
Li gorî vê raporê, armanca Washingtonê ji van gavan, neçarkirina hikûmeta Bexdayê ye ji bo rûbirûbûna milîsên ser bi rêjîma Îranê û hilweşandina wan grûpan.
Di vî warî de, Wezareta Xezînedariya Amerîkayê barekî neqdî ku nêzîkî 500 milyon dolar ji dahatên petrola Iraqê ye, blok kir û hinartina wê bo Îraqê ragirt.
Herwisa li gorî vê raporê, dabînkirina budceya bernameyên têkildarî rûbirûbûna terorê û perwerdeya serbazî, heta dema rawestandina êrîşên van grûpan bi dê bi rawestandin bimîne.