Donald Trump, Serokkomarê Amerîkayê, ragihand ku agirbest bi Îranê re tê dirêjkirin û di heman demê de dorpêçkirina benderên wî welatî dê berdewam bike.
Ev daxuyanî di demekê de tên ku wî berê îhtîmala dirêjkirina agirbestê bi kêm dîtibû; ev yek nîşaneya guherîna helwesta Washingtonê di demeke kurt de ye.
Trump di peyamekê de li ser torên civakî nivîsand ku bi berçavgirtina wê yekê ku rejîma Îranê tûşî pirskirêk û nakokiyên cidî yên navxweyî bûye ku tiştekî neçaverêkirî jî nîne û li ser daxwaza Asim Munir, Fermandarê Arteşa Pakistanê û Shahbaz Sharif, Serokwezîrê wî welatî, ji Amerîkayê hatiye xwestin ku êrîşa ser Îranê were paşxistin heta wê dema ku rêber û nûnerên Îranê bikaribin bigihîjin pêşniyareke yekgirtî.
Navborî got ku li ser vê bingehê, min ferman daye hêzên me ku li ser dorpêçê berdewam bin û di warên din de jî di amadebaşiya tam de bimînin.
Trump tekez kir ku agirbest heta wê dema ku pêşniyara Îranê tê pêşkêşkirin û guftûgo bi her awayî bigihîjin encamê, dê were dirêjkirin.
Biryar bû îro Çwarşemî herduk şandên Amerîka û Îranê li Pakistanê digel hev bicivin û danûstandinê bikin, lê desthilatdarên rêjîma Îranê ragîhandin ku ev di wan gotûbêjan de amade nabin, heta hilweşandina dorpêça deryayî ji aliyê Amerîka ve.