N. Azad Kurdî
40 rojan piştî destpêkirina şerê 28ê Şibatê yê Amerîka û Îsraîlê li dijî rêjîma dîktator a Îranê, agirbesteke 15 rojî hate ragehandin. Bi navbijêniya Pakistanê, bo yekemîn car di 47 salên borî yên temenê vê rêjîmê de Amerîka û rêjîma Îranê di asteke bilind de li hev civiyan. Weke dihate pêşdîtinkirin, civîn bê encam bi dawî bû ! lê xaleke balkêş a civînê ev yek bû ku pasdarê terorîst Qalîbaf serokê şanda rêjîma Îranê, azadkirina pereyên xwe yên zevtkirî ji aliyê Amerîkayê ve mîna pêşmerc bona destpêkirina got û bêjan anî rojevê, lê dema ev yek bê bersiv ma, rêjîmê kire mercek li ser maseya dan û stadinan !
Lê pirsa ku tê rojevê, ev yek e gelo çima Amerîka bi salan e dest daniye ser dehan milyar Dolar pereyên rêjîma Îranê !?
Ji roja ku rêjîma Îsalmî ya Îranê bi serokatiya Xomêynî hate ser desthilatê, komek bingeh bona siyasetên vê rêjîmê diyarî kirin. Yek ji wan pêngavan navxweyî bû, di çend mehên yekemîn de, hemû nirx û bingehên demokratîk ku gelên Îranê ji wan re xebat kiribûn li dijî dîkatoriya Mihemedriza Pehlewî, qedexe kirin. Xebata partiyên siyasî û bi taybet di nav de partiyên Kurdî PDKI û Komele û yên seranserî Îranê hatin qedexekirin. Rojname û çapemeniya azad ji nav neman, hilbijartinên azad bi avakirina dezgehên taybet bona fîlterkirina berbijêran bi tevahî heta niha jî nema û tenê kesên nêzîk û hevbîrên rêjîmê karîne ji wan fîlterên taybet derbas bibin di bi nav hilbijartinan de. Bi giştî azadî û demokrasî ku Xomêynî xwe wekî dijminê wan dizanî, ketin kêlekê.
Di asta herêmî û navdewletî de, rêjîmê dest bi projeyekê kir bi navê şandina hizr û ramanên şorişa îslamî bo welatên din. Armanc ji vê yekê, pêkanîna hîlala Şîe li herêmê bû. Di vê yekê de jî rêjîmê karî li Lubnanê, Sûriye, Iraq û Yemenê, dest bi cîbicîkirina vê projeyê bike û sedan kiryarên terorîstî bi van grupan pêk anî. Bi sedan milyon Dolar ji bo vê projeyê hate mesrefkirin bi dayîna pereyên bê sînor û kirîna çekan. Hizbulaha Lubnanê, Hemas û Cîhada Îslamî li Felestînê, Husî li Yemenê û Heşd El Şebî û çend grupên ser bi vê li Îraqê û … .
Projeya duyem, pêşxistina bernameya mûşekî û çêkirina hejekên dûravêj û dronan bû. Bi milyarn dolar bona çêkirina tûnel û veşartegan di bin çiyayên cuda cuda li hemû Îranê hatin terxankirin. Ev bernameya mûşekî bû metirsî û xetera ewlehiyê bo ser hemû Rojhilata Navîn û heta cîhanê jî. Me dît jî ku nigeraniyên civaka navdewletî li ser van hewildanên rêjîmê bê sedem nebûn. Rêjîmê bi çêkirina sedan hezar mûşek û dronan, di şerê 40 rojî de çendîn welat dane ber hêrişên dijwar.
Proje û pêngava sêyem û metirsîdar ya rêjîma Îranê, domandina bernameya navikî bû. Her zû civaka navdewletî û Ajansa Navdewletî ya Etomê zanîn ku rêjîma Îranê dixwaze bi meyandina Uraniyumê, çekên etomî çê bike. Bi berçavgirtina îdeolojîk tundajobûna vê rêjîmê, nigeraniyeke mezin bo civaka navneteweyî çêbû. Bi sedan milyar bona xurtkirin û pêşdebirina vê projeyê hatine xerckirin. Rêjîmê 440 kîlo Uraniyoma ji sedî 60 ya meyandî di dest de heye. Ev yek ji wan sedeman bû ku şerê 12 rojî yê sala borî yê Îsraîlê bo ser rêjîmê dest pê kir û di dawî de jî Amerîka neçar ma bi firokeyên B2 navendên etomî yên rêjîmê bi bombeyên herî mezin yên cîhanê, kavil bike.
Di sala 2015’an de ku Obama serokatiya Amerîkayê dikir, rêjîmê karî bi fêlbaziyan rêveberiya Obama razî bike ku lihevhatina 5+1 bona projeya etomî ya rêjîmê îmze bike. Piştî vê lihevhatinê li Viyena, bi sedan milyar Dolar pereyên zevtkirî yên rêjîmê azad kirin ku bo cîbicîkirina armancên ku me li jor şirove kirin, dihate mesrefkirin nek bona pêşxistina sektorên navxweyî li Îranê. Azadkirina wê rêjeya zêde ya diravî ji aliyê rêveberiya Obama çi bandorek li ser jiyana gelên Îranê û aboriya navxweyî nekir. Belku destên rêjîmê vala kir ku projeya etomî û çêkirina mûşek û dronan xurttir bike û hevkariyên berfireh jî bike bo grupên terorîst yên navçeyî.
Heta sala 2025’an, rêjîma Îranê şerên xwe ligel Îsraîl û Amerûkayê li ser axa welatên din dikir, lê piştî şerê 12 rojî yê Îsraîlê b oser rêjîmê, êdî ev pêvajo bi dawî hat. Rêjîma Îranê bona pêşdebirina van 3 bernameyên xwe, hewceyî bi pereyên zêde heye. Ji ber van siyasetên rêjîmê û di çarçoveya dorpêçên aborî bo ser rêjîma Îranê de, Amerîka di dema rêveberiya yekemîn a Donald Trump de, bi dehan milyar pereyên Îranê li Qeter, Kureya Başûr û … dest bi ser de girtine, hetanî ku bikare van siyasetên rêjîma Îranê biguherîne. Amerîka baş dizane ku rêjîma Îranê wan pereyan bona pêşxistina aboriya navxweyî û bazara kar û xizmetên giştî di navxweyê Îranê de mesref nake, belkî hemû ev dirav bona pêşdebirina projeyên etomî, bernameyên mûşekî û çêkirina dronan û hevkarîkirin ligel grupên girêdayî rêjîmê yên terorîst di herêmê de dêbikar bîne. Lewma xuya bû ku li got û bêjên Pakistanê, heta Amerîka piştrast nebe ku siyasetên rêjîmê li ser van 3 projeyan nayên guhertin, ev pere dê neyên azadkirin.