Pît Hêgêst, Wezîrê şer ê Amerîka, di daxuyaniyekê de hişyarî da ku heke danûstandinên li ser bernameya etomî ya Tehranê bigihîjin qonaxa bê encam, Artêşa Amerîka bi tevahî amade ye ku êrîşên xwe yên asmanî li ser Îranê ji nû ve dest pê bike.
Hêgêst di konferansa ewlehiyê ya Şangiri-La” li Sengapûrê ragihand ku roja Înê bi Donald Tiramp, Serokkomarê Amerîkayê re axivî ye. Wî bal kişand ser vê yekê ku heke Îran amade nebe şert û sînorên guncaw ji bo bernameya xwe ya navikî qebûl bike, Waşîngton amade ye ku ji danûstandinan vebikişe.
Wezîrê şer amaje bi gotinên Tiramp kir ku gotiye: “Her rêkeftinek ku bê kirin divê rêkeftinek baş û taybet be.”
Wî herwisa bi amaje dan bi hêza leşkerî ya Pêntagonê got: “Heke Îran nexwaze lihevkirinekî baş wajo bike ku gihîştina wê bi çeka navikî qedexe bike, wê demê digel hêza leşkerî ya me rûbirû bibe.”
Hêgêst liderheq egera destpêkirina operasyonên leşkerî de got: “Şiyana hêzên me di asta herî bilind de ye û binkeyên me yên leşkerî, çi li herêmê û çi li cîhanê, ji bo vê armancê bi tewawî amade ne.