Komara Îslamî bi çar dronên bombekirî êrîşî yek ji baregehên Partiya Azadî a Kurdistanê (PAK) li nav axa Herêma Kurdistanê kir û di encama wê êrîşê de ziyanên canî û madî çêbûn.
Partiya Azadî a Kurdistanê (PAK) di daxuyaniyekê de derbarê vê êrîşê ragihand ku şeva derbasbûyî anku Sêşem li ser Çawrşemiyê, demjimêr 01:24an, rêjîma Komara Îslamî bi 4 dronan êrîş kire ser yek ji baregehên PAK ê û di encamê de 3 pêşmerge birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ev êrîş di demekê de ye ku Amerîkayê agirbest ragihandiye, lê Îran tenê li dijî Herêma Kurdistanê pabendî agirbestê nebûye û li ser êrîşên xwe yên mûşekî û dronî berdewam e.
Partiya Azadî a Kurdistanê di wê daxuyaniyê de ragîhandiye ku parastina esmanê Kurdistanê û hêza pêşmerge erkeke exlaqî û siyasî ya Trump e û nabe ku di dema aştiyê de tenê temaşevanê êrîşên Tehranê bin.