Zêdetir ji 300 nivîskar, rewşenbîr, mamosteyên zanîngehê û nûnerên civaka sivîl li Herêma Kurdistanê, di helwesteke hevpar de du nameyên nerazîbûnê pêşkêşî konsulxaneyên Amerîka û Komara Îslamî ya Îranê kirin. Di van nameyan de daxwaza rawestandina demûdest a êrişên mûşekî û dironî li ser xaka herêmê hat kirin.
Di nameya ji bo Konsulxaneya Amerîkayê de, rexneyên tund li helwesta "temaşevanî" ya Waşingtonê hatin girtin. Îmzekaran diyar kir ku di nava 55 rojên dawî de, herêm rûbirûyî 750 êrişên curbecur bûye. Wan bal kişand ser wê yekê ku Amerîka ji parastina ewlehiya herêmê berpirsiyar e, bixasim ku gelek êriş bi hinceta hebûna berjewendiyên Amerîkayê pêk tên.
Ji aliyê din ve, di nameya ji bo Konsulxaneya Îranê de hat pirsîn ku çima êrişên li ser welatên Kendavê û Îsraîlê hatine rawestandin, lê herêma Kurdistanê hîn jî di bin bordûmanê de ye? Kesayetiyan daxwaz kirin ku Îran rêzê li serweriya xaka herêmê bigire û dawî li armancgirtina binesaziya aborî û navçeyên sivîl bîne.
Di dawiyê de hat destnîşankirin ku xelkê Kurdistanê mafê jiyaneke aram heye û divê pêvajoya jiyan û ewlehiya xelkê ji metirsiya mûşekan bê parastin.