Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Destserkirina keştiyan ji aliyê Amerîkayê ve, qonaxeke nû ya şer

14:35 - 23 Nîsan 2026

​Operasyonên teftêş û destserkirina keştiyan ji aliyê hêzên Amerîka ve di ava herêmî û navneteweyî de, bûye sedema destpêkirina qonaxeke nû ya rûbirûbûna di navbera Washington û Tehranê de; qonaxek ku tê de fişara deryayî û aborî cihê pevçûnên rasterast girtiye.

​Li gorî rapora Wall Street Journal, hêzên deryayî yên Amerîkayê di çarçoveya oprasiyonekî dijwar de, wan keştiyên ku têkiliya wan bi Îranê re heye radiwestînin, an jî pişkinîna wan dikin. Tê diyarkirin ku armanca vê pêngavê, sînordarkirina hinartina nefta Îranê û kêmkirina çavkaniyên darayî yên wî welatî ye.

​Di raporê de hatîye zêdekirin ku Washington van gavan wekî beşek ji siyaseta "fişara herî zêde" ya nû dibîne, ku rêyên şandina keştiyan ên girêdayî Îranê jî dike armanc.

​Li gorî nivîsa Wall Street Journal, ev operasyon bi karanîna keştiyên şer û hêzên leşkerî di herêmên deryayî yên hestiyar de tên encamdan. Ev yek di heman demê de ye ku alozî li herêmê zêde dibe, fikarên derbarê egera dijwartirbûna pevçûnan jî zêde kiriye.

​Ev givaşane nîşaneya derbasbûna bo nava qonaxeke nû ya şerê aborî û ewlehiyê ya di navbera Îran û Amerîkayî de ye.