Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mînrêjkirina deverên Kamêranê ji aliyê hêzên sipaha pasdaran ve

14:38 - 23 Nîsan 2026

Li dirêjeya siyaseta mîlîtarîzekirina Kurdistanê, spaha pasdaran li derdora gundê Şayenî û deverên zozanî ên Şêxe Mîre û Pêleke dest kirine bi çandina mînan.
Ev pêngave di demekî de ye ku deverên sînorî ên Kurdistanê li salên derbasbûyî de bûne qurbaniya yekem ê wan mînan ku ji aliyê Komara Îslamî ve çandine.
Salane dehan welatiyên medenî, şivan, Kolber û giyaçîn bi sedema teqîna mînên nû, yan kevin dibne qurbanî û canê xwe ji dest didin yan jî kêm endam dibin.
Spaha pasdaran bi hêceta parastina sînor û rêgirî li hatin û çûna pêşmerge, berdewame li mînrêjkirina wan cihên ku çavkaniya bijîva xelkê deverê ne, ev kar ne tenê binpêkirina peymanameya navdewletî ye, belkî berdewamkirina wan zîncîrên karesatane ye ku dehan sale xelkê deverê ligel rûbirûne.