Li gorî nûçeya Axios, karbidestên Amerîkî ragihandin ku Donald Trump ji bo rêjîma Komara Îslamî ya Îranê demeke sînorkirî ya 3 heta 5 rojan destnîşan kiriye. Di vê demê de divê Îran helwesteke zelal û eşkere ji bo berdewamiya danûstandinan nîşan bide; çavkaniyan diyar kirine ku ev dem bi awayekî bêdawî nayê dirêjkirin.
Li gorî vê raporê, karbidestekî Amerîkî di vê derbarê de gotiye: Komara Îslamî dirêjkirina agirbestê pejirandiye.
Trump agirbest ji bo çend rojên din dirêj kir û Komara Îslamî jî ji bo nîşandana "hêza xwe" ragîhand: "Me daxwaza Amerîkayê ya ku bi rêya Pakistanê ji bo dirêjkirina agirbestê hatibû şandin, pejirand."
Lê belê, Amerîkayê daxwazeke wisa nekiriye; berevajî vê, tenê derfeteke din daye Komara Îslamî da ku teslîm bibe.
Îsmaîl Beqayî, berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, dirêjkirina agirbestê piştrast kir. Lê di derbarê beşdarbûna di xula nû ya danûstandinên li Îslamabadê ligel Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de tiştek negot.