Li gorî raporên nû hatine weşandin, keştiya balafirhilgir a Amerîka “USS George H.W. Bush” ber bi avên herêmê ve di hereketê de ye û tê pêşbînîkirin ku di nava du rojên bê de bigihe vê deverê.
Di heman demê de, keştiya balafirhilgir a «Ford» di rêya vegerê de ye ber bi Dewletên Yekbûyî ve.
Çavkaniyên agahdar ragihandine ku artêşa Amerîkayê ketiye rewşa «amadebaşiya tam û rewşa operasyonê» û li benda her fermaneke ihtimalî a ji aliyê Serokkomar ve ye.
Li gorî gotina van çavkaniyan, komek senaryoyên operasyonê di asta plansaziya leşkerî de hatine nirxandin; ku armanckirina binesaziyên enerjiyê, navendên pîşesazî-leşkerî û hinek sazî û binesaziyên têkildarî hêza deryayî li xwe digire.
Ev liv û tevger, hevdem ligel zêdebûna alozîyên herêmî, guman û pêşbîniyên derbarê asta amadebaşiya leşkerî û îhtîmala guherîna di rêzbûna hêzên Amerîkayê de li herêmê zêdetir kiriye.