Wezîrê Navxwe yê Pakistanê ragihand ku ji bo vejandina danûstandinên di navbera Îran û Amerîkayê de hewldan hene û ew hêvî dikin ku encamên erênî derkevin holê.
Li gorî nûçeya Associated Press, Wezîrê Navxwe yê Pakistanê Mohsin Naqvi, piştî hevdîtina xwe ya bi karderê balyozxaneya Amerîkayê li Îslamabadê Natalie Baker re, hêviya xwe anî ziman ku pêvajoya diyalogê bi Îranê re bibe sedema pêşketinên baş.
Hewldanên dîplomatîk ji bo lidarxistina dora duyem a danûstandinên agirbestê yên di navbera Îran û Amerîkayê de hatin nirxandin. Ev danûstandin ji ber ku dema şandina şanda Îranî nehatibû diyarkirin, paş keft.
Naqvi diyar kir ku Serokwezîr Shehbaz Sharif û Fermandarê Artêşê Asim Munir di her astê de piştgiriya çareseriyeke aştiyane dikin û daxwaz ji hemû aliyan kirin ku şans bidin dîplomasiyê.
Wezîrê Navxwe yê Pakistanê pêşwazî li biryara Donald Trump a ji bo dirêjkirina agirbestê kir û ev wekî gaveke giring ji bo kêmkirina aloziyan bi nav kir.
Natalie Baker jî rola Pakistanê di pêşxistina pêvajoya aştiyê de wekî roleke "avakêr" wesif kir.