Berdevka Koşka Sipî got: Serokê Amerîkayê "heta dema ku bersiva van kesan bibe yek" dê agirbestê berdewam bike.
Wê bi bîr xist ku operasyona aborî û dorpêça deryayî ya Tengava Hormozê berdewam dike û qedexeya hatûçûna keştiyan bo benderên Îranê, aboriya wî welatî "fetisandiye" heta wê astê ku Îran di dayîna hiqûqê mehane yê karmendên xwe de jî bêçare maye.
Leavitt got: «Bêguman em dizanin bi kê re danûstandinê dikin, ji ber ku tîma me ya danûstandinkar bi van kesan re rûbirû rûniştiye û axiviye; lê wek min got, di nav hikûmeta Îranê de nakokiyên zêde hene.»
Leavitt tekez kir ku Amerîkayê xetên xwe yên sor diyar kirine û kontrola dawî ya rewşê di destê Donald Trump de ye.
Berdevka Koşka Spî got ku ne tenê şiyana serbazî ya Îranê bi tundî lawaz bûye û ji nav çûye, belku bi dorpêça deryayî ya Tengava Hormozê, ew ji aliyê darayî û aborî ve ber bi şikestinê ve diçin.