Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sêyemîn keştiya firokehilgir a Amerîkayê gihîşt herêmê

12:50 - 24 Nîsan 2026

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku keştiya firokehilgir a bi navê "George H.W. Bush" gihîştiye sînorê operasyonên wê fermandariyê yên di Zeryaya Hindî de.

​Ev keştî ku ji corê "Nimitz" e, wekî beşek ji plana bihêzkirina pêgeha leşkerî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li herêmê hatiye bicihkirin. Armanca sereke ya vê tevgera leşkerî, piştgirîkirina operasyona "Kerbê Hemasî" û tundkirina dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê ye.

​Di niha de, Amerîka bi amadebaşiyeke leşkerî ya berfireh li herêmê bi cih bûye; keştiya firokehilgir a "Abraham Lincoln" li bakurê Deryaya Ereban, "Gerald R. Ford" li Deryaya Sor û grûpa "Tripoli" li Deryaya Ereban bi cih bûne.

​Hevdem hejmareke zêde ji keştiyên şer yên têkşikandina keştiyan li Deryaya Sor û Deryaya Omanê de di amadebaşiyê de ne.