Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Trump dibêje ez Lez nakim, lê derbasbûna demê ne di berjewendiya Îranê de ye

12:55 - 24 Nîsan 2026

Donald Trump, Serokkomarê Amerîkayê, bi redkirina wê yekê ku "ji bo bidumahîanîna şer di bin guşarê de be", dibêje ku dem di berjewendiya Îranê de derbas nabe.

​Donald Trump bi rexnekirina medyayên wekî New York Times û CNN, li ser tora xwe ya civakî "Truth Social" wiha nivîsand: "Berevajî raya wan, ez ne nîgeran û ne jî bi hesret im ku şerê bi Îranê re bidumahî bînim; dibe ku wekî kesekî di vê postê de bim, herî kêm guşarê hîs bikim."

​Serokkomarê Amerîkayê di berdewamiyê de got: "Tevahiya dema cîhanê li ber destê min e. Lê rewşa Îranê ne bi wî rengî ye: Derbasbûna demê ne di berjewendiya wan de ye."

​Donald Trump piştre careke din bi dubarekirina hinek ji destkeftên serbazî yên Amerîkayê di şerê 39 rojên borî de, tekez kir ku "rêkeftin tenê di rewşekê de tê wajokirin ku ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, hevpeymanên me û di rastiyê de ji bo tevahiya cîhanê baş û guncaw be."