Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşên Mûşekî û dironî yên rêjîma Îranê li ser Çend Welatên Herêmê

11:55 - 1 Nîsan 2026

​Di şeva borî heta niha, rêjîma Îranê bi pêkanîna êrîşên mûşekî û dronî, çendîn armanc li welatên herêmê ji wan Erebistana Siûdî, Qeter, Behreyn, Kuweyt, Herêma Kurdistanê û Îsraîl kirine armanc.

​Li gorî rapora medyayên fermî yên Kuweytê, bi êrîşeke dronî kogeha sotemeniyê li Balafirgeha Navdewletî ya wî welatî kiriye armanc ku bûye sedema şewateke berfireh, lê ti ziyanên canî li pey xwe neanî. Her wiha gorî raporan ziyanên maddî geheştiye saziyên sotemeniya firokevaniyê.

​Li Qeterê, Navenda Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê ragihand ku keştiyek li nêzîkî "Re's Lefan" hatiye lêdan ku bûye sedema şewateke sînordar û hatiye kontrolkirin. Ev di demekê de ye ku berê jî neftkêşek li 31 kîlometriya Dohayê bibû armanca êrîşên rêjîma Îranê.

​Li Behreynê jî, berpirsên fermî nûçeya şewatê di encama êrîşan de ragihandine, di heman demê de Wezareta Berevaniyê ya Erebistana Siûdî ragihand ku wan du dron xistine xwarê.

​Ji aliyê din ve, Artêşa Îsraîlê ragihand ku çend mûşek ji Îranê ve ber bi wî welatî ve hatine avêtin û pergalên berevaniyê mijûlî têkbirina wan in. Raporên li Îsraîlê amaje bi wê dikin ku 14 kes, ji wan keçeka 11 salî birîndar bûne û rewşa tenduristiya wê keça birîndar ne baş e. Polîsê Îsraîlê jî nûçeya gihîştina ziyanê bi çendîn cihan li navenda wî welatî belav kiriye.

​Her wiha ji şeva derbasbûyî ve heya amadekirina vê nûçeyê, Herêma Kurdistanê bûye armanca êrîşa zêdetir ji 20 Mûşek û dironan, û xisarên maddî bi dû de hebûne.