Kampên sivîl ên Hizba Demokrat roja Înê ji bo çendemîn car bi mûşekan hatin armancgirtin.
Piştî nîvroya îro Înê, 14ê Xakelêweyê, kampên Azadî, Amriye, Zewiyespî û çend cihên din ên akincîbûna malbatên Hizba Demokrat li nêzîkî Koyê, ji bo çendemîn car bi 7 mûşek û dironan hatin êrîşkirin.
Pêla nû ya êrîşên Komara Îslamiya Îranê bo ser cihên sivîl ên Hizba Demokrat di demekê de ne ku di du rojên borî de jî, baregahên sivîl ên Hizba Demokrat li nêzîkî Koyê bi mûşek û dironan hatibûn lêdan.
Berdewamiya van êrîşan bo ser bingehên sivîl ên Hizba Demokrat di demekê de ye ku hejmara wan mûşek û dironên ku di nava meha borî de ji aliyê Komara Îslamiya Îranê ve avêtine ser deverên cuda yên Herêma Kurdistanê, 600 mûşek û diron derbas kirine. Herwiha ji wan bi sedan mûşek û dironên ku arasteyî Herêma Kurdistanê hatine kirin, zêdetirî 86 ji wan li kampên sivîl, pirtûkxane, nexweşxane, bingehên dermanî û herwiha cihên niştecihbûna malbatên Hizba Demokrat ketine.