Balyozxaneya Çînê li Tehranê bi weşandina daxuyaniyekê bang li welatiyên welatê xwe kir ku herî zû ji Îranê derkevin û herin herêmên ewle.
Di wê daxuyaniyê de hatiye tekezkirin ku ew kesên hîn li Îranê mane, divê xwe ji nêzikbûna li cihên hestiyar, ji wan jî saziyên dewletî û leşkerî biparêzin.
Her wiha ji welatiyên Çînî hat xwestin ku di dema rûdana rewşên awarte de, yekser têkiliyê bi berpirsên navxweyî re bigrin û ji nûnertiyên dîplomatîk ên Çînê daxwaza alîkariyê bikin.
Ev hişyarî di demekê de tê ku Pekînê berê jî di dîroka 8'ê Reşemiyê de (26'ê Sibatê), rojek beriya destpêkirina operasyona hevbeş a Amerîka û Îsraîlê ya li dijî Komara Îslamî, hişyariyeke bi vî rengî dabû welatiyên xwe.